<?xml version="1.0" encoding="UTF-8"?><song><title>De Werin</title>
<lyrics>[C1]
   Mirovek hat dinyayê,
   Yê ku êşan nas kiriye.
   Ew biçûk hate dîtin
   û me wî nas nekir!

[C2]
   /Wî êşên me kişand,
   janên me hilgirt.
   Me got, qey
   ew hatiye cezakirin./

[V1]
 Dûbare:
.    
     /De werin, de werin,
.    
     Wan destên qulkirî
.    
     maç bikin.
.    
     De werin, de werin,
.    
     Wan lingên qulkirî
.    
     maç bikin./

[V2]
 Xudan bo gunehên me,
 canê xwe da ber mirinê.
 Wî xaçê da pişta xwe,
 Ji bo me, ew êşiya.

[V3]
 /Xwedê cezayên me
 hemuyan da ser wî,
 Û em bi birînên wî
 şîfa dîtin./

[V4]
 Xemgîne ev dilê min,
 Bo vê yekê dinalîne.
 Îsa ji bo me mir,
 Da ku jîyan bide me.

[V5]
 /Her dilopa xwînê
 Ku dirije erdê,
 Ew Berxê Xwedê ye,
 Ji bo me bûye qurban./</lyrics>
<author>Şaban Ok</author>
</song>